Li Elezîza Bakurê Kurdistanê agir bi daristanê ket

Li Elezîza Bakurê Kurdistanê agir bi daristanê ket

PeyamaKurd – Do agir bi daristana navçeya Qereqoçanê ya Elezîz a Bakurê Kurdistanê ket û ji ber bayê zede agir belav bû.

Li gundên Uçbudak û Yogun Agaç ên navçeya Qereqoçanê ya Elezîzê, ji ber sedemek nehat zanîn agir bi daristanê ket.

Li gor zanyariyan, agir ewil li nêzî Qereqola Cendirmeyan a Uçbudakê bi daristanê ketiye û belav bûye û piştî agir bi daristanê ketiye ji ber bayê zêde agir zû li herêmê belav bûye.

Di dîmen û wêneyên hatin kişandin jî nîşan dide ku agir belav dibe û didome. Piştî agir bi daristanê ket, 2 maşîneyên kar dora agir xet dikin û hewl didin şewata daristanê vemirînin. Welatiyên herêmê anîn ziman ku agir di danê nîvro agir bi daristanê ketiye û bi lez belav dibe. Welatiyan rayedar hişyar kirin û anîn ziman ku eger mudaxile neyê kirin dê agir bi gund bikeve.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin