PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Muğlayê li navça Fethiye di seha daristanê de şewat derket û dema şewat nêzî jîngehan bû, gundê/taxa İnlice hat valakirin.
Valakirina gund bi sedema tedbîrê ye lê ji ber bayê xwurt jî, agir zû belav dibe. Ji bo vemrandina agir ji hewa û bejayiyê de xebat dewam dikin.
Li ciyê şewata daristanê 14 helîkopter, 5 balafirên vemirandina agir, 21 arazoz, 9 heb tankêrên avê, 3 dozer û 200 xebatkar dixebitin.
Fethiye ji ber ciyê geştiyariyê ye û her sal ji derveyê Tirkiyê û ji nava Tirkiyê bi deh hezaran geştiyar diçin Fethiyê, ji ber şewatê bi endişe ne.