Li navça Marmarisa bajarê Muğlayê agir bi daristanê ket

Li navça Marmarisa bajarê Muğlayê agir bi daristanê ket

PeyamaKurd – Li Tirkiye li bajarê Muğlayê li navça Marmarisê di seha daristana Asarcık Üzümbağları de agir bi daristanê ket. Ciyê şewat lê derketiye ji aliyê tîmên çavdêriyê de hat tesbîtkirin û tîmên vemirandina agir şandin deverê.

Ji bo vemirandina agir, ji hewa û bejayiyê de dixebitin da agir vemirînin. Ciyê agir vêketiye, di navbera Marmaris Bozburun-Selimiye de ye.

Dema welatî dîtin ku agir bi daristanê ketiye, xeberê dan tîmên 112an û rêvebiriya daristanan tîmên xwe şandin daristanê. Niha 12 arazoz, 2 alavên îkmala avê, 1 makîna kar û helîkopterekî dixebitin da agirê daristanê vemirînin.

Niha agir xistine bin kontrolê lê tirsa wan heye ku agir li ciyekî din car din geş bibe lewra xebata cemidandina daristanê dewam dike.