PeyamaKurd – Li bajarê Meletiyê li navça puturgeyê agir bi daristanê ket û tîmên îtfaiyê, daristan û şaredariyê ji bo agir vemirînin dixebitin.
Şewat, li navçê li gundê Şîro Zarato (Örmeli) li dora nîvro destpêkir. Bi bandora bayê re belav bû. Ji bo vemirandina agir arazozekî daristanê, alavekî mudaxeleya daristanê, 4 makîne yên kar, 7 xebatkarên îtfaiyê, 8 karkerên daristanê ji bo kontrola şewatê dixebitin. Şaredariya mezin ya Meletiyê bi tankera 32 ton avê û bi 3 tîman ket ser rêya Puturgeyê.
Xebata vemirandina agiğrê daristanê dewam dike.