PeyamaKurd - Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro Çarşemê ragihand ku nêzîkî qezaya Enkawa ya bi ser paytex Hewlêrê dronek ketiye xwar.
Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ji medya Kurdistanê re da xuyakirin ku îro 15ê Hezîranê li Gorcotyar a li bakurê parêzgeha Hewlêrê dronek ketiye xwar.
Xoşnaw diyar kir ku ji ber ketina dronê ti ziyaneke canî çênebûye, heta niha jî diyar nebûye bê ji kuderê ve hatiye û ber bi kuderê ve xwestine bajon.
Parêzgarê Hewlêr da zanîn ku derbarê wê bûyera ketina dronê de lêkolîn hatiye destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin