PeyamaKurd - Balafireke şer a NATOyê droneke ku tê texmînkirin Ukraynayî ye û li ser qada hewayî ya Estonyayê ji rêça xwe derketiye xist xwarê. Ukraynayê ji ber bûyerê lêborîn xwest, di heman demê de Rûsyayê gefa tolhildanê xwar.
Balafireke şer a F-16, ku beşek ji hêzên dewriyeya hewayî yên NATOyê li herêma Baltikê ye, roja Sêşemê li ser başûrê Estonyayê droneke ku wekî Ukraynayî hatibû nirxandin û ji rêça xwe derketibû xist xwarê.
Wezîrê Parastinê yê Estonyayê Hanno Pevkur diyar kir, "Ji ber rêça droneyê, me biryar da ku em wê bixin xwarê.
Îro em dikarin bi gumanek mezin bibêjin ku ev dron ji bo lêdana hedefên Rûsyayê hatiye çêkirin."
Berdevkê Wezareta Derve ya Ukraynayê Heorhii Tykhyi got ku pisporên Ukraynî û Estonî li ser tedbîrên ji bo pêşîgirtina li bûyerên bi vî rengî di pêşerojê de dixebitin.