PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê li bajarê Erbîlê bi İHAyê êrîş birin ser Rafineriya Petrolê ya Lanazê û di rafîneriyê de şewat derket. Di êrîşê de kes nemiriye lê xesara maddî çêbûye. Xebata di rafîneriyê de hat rawestandin.
Îtfaiye çû ciyê rafîneriyê û agir vemirand. Rayedarên rafîneriyê ji bo ewlehiyê û tesbîta xesarê biryara rawestandina xebatê da û ne diyare bê kengê dê dest bi xebatê bike.
Êrîş, bi êrîşên ser balyozxana DYA ya li Bexdayê û êrîşa ser balyozxana Îmaratan ya Erbîlê di heman wextê de hatin kirin.