PeyamaKurd- Li bakûrê Kurdistanê li gelek bajar û navçeyan parêzgeh an qeymeqamiyên navçeyan navberê dan xwendinê. Di van rojan de berfeka zêde li Kurdistanê dibare û dibe sedema girtina rêyên dibistanan, serma zêde dibe û germkirina dibistanên gundan bi temamî dibe problem. Li Kurdistanê bajar û navçeyên ku navber dane xwendinê ev in:
Bîngol, Xarpêt, Agirî, Bedlîs, Wan, Sêwas, Mûş, Dêrsim, Meletî, Sêrt, Semsûr, Riha, Qers, Kîlîs, Ezirgan û Amed.
Li van bajarên ku dibistan hatin tatîlkirin, li daîreyên fermî, kesên ku seqetin û jinên bi hemilin jî wê îzna wan ya îdarî bê dayîn û wê necin ser karên xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin