Li gundekî Hewlêrê du malbat li ser erdan bi çekan pev çûn: 4 kustî, 3 birîndar

Li gundekî Hewlêrê du malbat li ser erdan bi çekan pev çûn: 4 kustî, 3 birîndar

PeyamaKurd - Li nehiyeya Dêgele ya qezaya Koyê ya Hewlêrê, ji ber pirsgirêkên li ser milk û erdan, du malbatan pevçûn.

Hat ragihandin ku di şerê ku çek hatin bikaranîn de, 3 kes ji malbatekê 4 kes hatin kuştin.

Li gorî zanyariyan bûyer îro 1ê Çileyê di navbera du malbatan de li gundê Eşkewt Seqa ya ser bi nehiyeya Dêgele çêbûye ku tenê 10 mal li wî gundî hene.

Hat ragihandin di bûyera ku li ser pirsgirêka milk û erd derketiye de, 3 kes ji malbatekê (bavek û du kurên xwe) hatine kuştin, ji malbata din jî kurekî wan hatiye kuştin û herwiha 3 kesên din jî birîndar bûne ku yek ji birîndaran ne herdu malbatan e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin