PeyamaKurd – Li gorî nûçeyeke Ajansa Mezopotamyayê (MA); leşkeran li gundekî Şernexê bi ser malan de girt ku berê dora wî gundî hatibû dorpêçkirin. Der barê 9 kesên li gundê hatî dorpêçkirin hatin binçavkirin de agahî nehat wergirtin.
Leşkerên ku gundê Zevîkê yê navçeya Hezexê ya Şirnexê dorpêç kiribûn, bi ser malan de girt. Di serdegirtina malan de 9 kesên navên wan nehat zanîn hatin binçavkirin.
Sedema binçavkirina 9 kesan agahî nehat wergirtin û herweha nayê zanî bê ka ew birine ku derê. Hat destnîşankirin ku li gund dorpêça leşkerî dewam dike, têketin û derketina ji gund hatiye qedexekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin