PeyamaKurd – Li bajarên Diyarbekir, Çewlig û Dîlokê yên Bakurê Kurdistanê, qedexeya çalakî û xwepêşandanan hat ragihandin. Li gorî daxuyaniyên parêzgariyan, li Diyarbekirê ji bo rojekê, li Dîlokê ji bo hefteyekê û li Çewligê jî bo 15 rojan qedexe hatiye ragihandin.
Di daxuyaniyên parêzgariyan de bi giştî hatiye gotin ku ji bo rêgirtina li çalakiyên muhtemel ên li ser îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî li dijî çekdarên PKKê, qedexeya her cûre çalakî û xwepêşandanan hatiye ragihandin.
Herwiha di daxuyaniyan de hatiye diyarkirin, wê destûr tenê ji bo çalakî û bernameyên destûr wergirtî yên parêzgarî hatine agahdarkirin bê dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin