Li Hekkariya muhîmat hat dîtin

Li Hekkariya muhîmat hat dîtin

PeyamaKurd- Li bajarê Hekkariya li navçeya Geverê di operasyonekî de roketavêj û muhîmatên hawanê hatin dîtin. Li gor ragihandina parêzgeriyê ev muhîmat ji aliyê jendirmeyan de hatine dîtin.

Muhîmat di dema ku operasyon li deverê dihat kirin, hat dîtin. Di nava wan de 15 muhîmatên hawana 81 mm, 15 fişekên roketan, 15 tapayên wan û hinek maddeyên ku hev temam dikin hatin dîtin.

Nehat ragihandin bê di çarçoveya îxbaran de ev hatine dîtin an tesadufen di dema geryana bo operasyonan de hatine dîtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin