Li Parêzgeha Dihokê 300 pêgehên şûnwarî hatin dîtin

Li Parêzgeha Dihokê 300 pêgehên şûnwarî hatin dîtin

PeyamaKurd - Rêveberê Karûbarên Şûnwaran li Rêveberiya Giştî ya Şûnwar û Kelepûra Herêma Kurdistanê Dr. Cemal Cemîl ragihand ku şûnwarnasên biyanî di nêzîkî sê salan de li herêma di navbera gola Bendava Mûsilê û bajarokê Sêmêlê de 300 cih û pêgehên şûnwarî dîtine.

Xebatên kolandin û lêkolînê ji aliyê tîma şûnwarnasan a Zanîngeha Palermoyê ya Îtalyayê ve bi hevkariya Rêveberiya Şûnwar û Kelepûra Dihokê tên birêvebirin.

Li gorî gotinên Dr. Cemal Cemîl, kolandinên li pêgehên mîna Girê Gûmbes nîşan didin ku jiyan li wê deverê di qonaxa derbasbûnê ya di navbera Serdema Sifir û Serdema Bronzê ya Kevin de — ango di dawiya hezarsala çarem û destpêka hezarsala sêyem a berî zayînê (B.Z.) — berdewam bûye.

Di encama lêkolînan de pênc qatên cuda yên niştecîhbûnê hatine tespîtkirin ku bermahiyên avahiyên kerpîçan, cihên embarkirinê, tenûr û mohrên taybet ên kargêrî li xwe digirin.

Ev bermahî agahiyên berfireh li ser yêkxistina çandiniyê, embarkirinê, rêveberiya civakî û jiyana rojane ya civakên kevin didin.

Dr. Cemal Cemîl diyar kir ku berê nêzîkî 50 tîmên şûnwarnasan ên biyanî li Herêma Kurdistanê kar dikirin, lê ji ber rewşa şerê di navbera Amerîka û Îranê de, beşek ji wan tîman xebatên xwe rawestandine û vegeriyane welatên xwe.

Tevî vê yekê, Rêveberiya Giştî ya Şûnwar û Kelepûrê di çend mehên borî de destûra kolandin û lêkolînan ji bo pênc zanîngehên biyanî dirêj kiriye.