HRANA: Di 24 saetan de li 22 parêzgehan 208 êrîş hatin kirin

HRANA: Di 24 saetan de li 22 parêzgehan 208 êrîş hatin kirin

PeyamaKurd - Rêxistina Çalakvanên Mafê Mirovan a Îranê HRANAyê bi raporekê bîlançoya 24 saetên dawî ya êrîşên Îsraîl-Amerîkayê li ser Rojhilatê Kurdistan û Îranê belav kir.

HRANAyê ragihand ku di nava 24 saetên borî de Îsraîl û Amerîkayê li 22 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê herî kêm 208 êrîş pêk anîne ku 4 baregehên leşkerî, navendên hêza Besîc, baregehên Supayê Pasdaran, bîrên neftê, balafirgehên leşkerî, navendên polîsan û qadên enerjiya atomî yên Îranê bûn.

Li gorî HRANAyê di encama êrîşên 24 saetan de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 14 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane ku 5 ji wan zarok û 3 ji wan jin bûn, herwiha 6 welatiyên sivîl jî birîndar bûne. HRANAyê ragihand ku piraniya êrîşan li ser Tehran, Sine, Îsfehan û Elburzê hatine kirin.

Di heman raporê de HRANAyê destnîşan kir ku niha ji bo piştrastkirin kuştin û birîndarbûna 352 kesan lêkolîn tê kirin.

HRANA dawiyê jî ragihand ku ji destpêka êrîşên Îsraîl û Amerîkayê li ser Rojhilatê Kurdistan û Îranê ve, hezar 276 welatiyên sivîl hatine kuştin ku 205 ji wan zarok bûn.