PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro piştî nîvro li bajaroka Ehdas a navçeya Şehba ya herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê teqînekê rû da.
Li gorî zanyariyên destpêkê yên çavkaniyên xwecihî, di encamê de 2 jinan can daye û zêdetirî 10 kes jî birîndar bûne ku piraniya birîndaran koçberên Efrînê ne.
Hat diyarkirin ku teqîn li bajarokê Ehdasê yê herêma Efrînê rû daye û hîn nehatiye zanîn bê sedema teqînê çi ye. Herwiha di encama teqînê de ziyaneke mezin gihîşt avahiyên derdorê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin