PeyamaKurd- Îro li herêma Kurdistanê bi sedema Kovid-19 ê 12 kes jiyana xwe ji dest dan û 181 kes bi heman nexweşînê ketin. Wezareta Tenduristiyê ya herêma Kurdistanê rewşa Kovid-19 ê ya herêma Kurdistanê weha ragihand:
2.328 test îro hatin kirin.
181 test posîtîv derketin.
80 nexweş îro baş bûne.
9.876 kes heya îro bi nexweşînê ketine.
5.404 nexweş heya îro baş bûne.
352 nexweş heya îro ji ber Kovid-19 ê mirine.
Kesên ku testên wan posîtîv derketine 69 li Silêmaniyê ne. 48 kes li devera Germiyanê ne. 40 kes li Hewlêrê bi nexweşînê ketine.14 kes li Helebçe û 10 kes li Duhokê bi Kovid-19 ê ketine.
Kesên ku jiyana xwe dane; 10 li Silêmaniyê, li Germiyanê 1 kes, li Hewlêrê 1 kes in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin