PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 1581 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 3 kes jî mirine.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1581 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 870 kes li Hewlêrê, 216 kes li Silêmaniyê, 437 kes li Duhokê, 7 kes li Helebceyê, 46 kes li Germiyanê û 5 kes li Raperînê ne.
Wezaretê ragihand ku di nav 24 demjimêran de 3 kesan canê xwe ji dest dan, ku ji wan 2 kes li Hewlêrê, 1 kes li Silêmaniyê ye.
Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 485 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 190 kes li Hewlêrê, 181 kes li Silêmaniyê, 99 kes li Duhokê, 4 kes li Helebceyê, 10 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ye.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyan bi giştî gihîşt 399131 kesan, ya mirinan bû 7190 kes û heta niha 375938 nexweşên korona jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin