PeyamaKurd- Li gor ragihandina wezareta tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di nav 24 sietên dawiyê de 26 kes can dane. Jimara han di temamê wexta pandemiyê de, jimara herî bilind e. Rewşa herêmê ya Kovid-19 ê weha ye:
618 kes îro bi nexweşînê ketine.
26 nexweş wefat kirine.
283 nexweş îro baş bûne.
803 nexweş heya îro can dane.
Li gor ragihandina wezaretê; kesên ku îro nexweşîn di wan de hatine tesbîtkirin; li Hewlêrê 214, li Silêmaniyê 91, li Duhokê 153, li Helebçeyê 43, li Germiyanê 25 û li Raperînê 92 kesin.
Kesên ku wefat kirine 11 ji wan li Hewlêrê, 9 ji wan li Silêmaniyê, 4 ji wan li Germiyanê û 2 kes ji wan li Raperînê ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin