PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê rewşa Kovid-19 ê ya îro ragihand ku di 24 sietan de jimara kesên wefat kirine 33 ye. Di 24 sietan de kesên bi vîrusê ketine jimara wan 520 e. Rewşa Herêma Kurdistanê ya 24 sietên dawiyê wehaye:
45.215 kes heya îro bi Kovid-19 ê nexweş ketine.
28.938 nexweş heya îro baş bûne.
1.650 nexweş heya îro wefat kirine.
4.253 test îro hatine kirin.(Test posîtîv)
520 kes îro nexweş ketine.
33 nexweş îro wefat kirine.
Rêjeya kesên ku îro wefat kirine; li Hewlêrê 9, li Duhokê 13, li Helepçeyê 2 û li Silêmaniyê 9 kesin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin