PeyamaKurd-Li ser peywirdarkirina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, li ser asta Iraq û Herêma Kurdistanê, 3 nexweşxaneyên derûniyê yên jinan tên avakirin.
Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî û Wezîra Kar û Barên Civakî Kwêstan Mihemed, di çarçoveya projeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de îro civiyan. Di civînê de rênmayiyên hevbeş ên li ser qada tenduristî û civakî hatin destnîşankirin.
Hat zanîn ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo cîbicîkirina projeyê budçe veqetandiye û vê budçeyê bi taybetî ji bo terxankirina pêdiviyan nîşan daye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin