Li Herêma Kurdistanê perwerdeya online dest pê dike

Li Herêma Kurdistanê perwerdeya online dest pê dike

PeyamaKurd – Bi sedema metirsiya belavbûna koronavîrusê û tedbîrên xweparastina ji nexweşiyê wê perwerdeya dibistan û zanîngehan bi sîstema online li malan bê kirin.

Wezîrê Perwerdehiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd, ragihand ku dê perwerdehî li ser platforma dijîtalî ji dûr ve bê kirin ku dê mamoste û xwendekar li ser malpera www.ewane.krd beşdarî waneyan bibin.

Wezîrê Perwerdê da zanîn ku dê ji dibistanên seretayî heta lîse û zanîngehan hemû wane li ser platforma dijîtalî bên dayîn.

Alan Heme Seîd got ku dê dê waneyên perwerdê bi ziman û zaravayê soranî, kurmancî, erebî, îngilîzî, tirkmenî û suryankî jî bên xuyakirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin