Li Hesekê dronek nêzî baregeha Amerîkî hate xistin

Li Hesekê dronek nêzî baregeha Amerîkî hate xistin

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku hêzên Amerîkî droneke din li nêzîkî baregeha Qesrik a gundewarê Hesekê ya li Rojavayê Kurdistanê xistiye xwar.

Li gorî zanyariyan derengiya şeva borî, hêzên Amerîkî dronek li derdora bingeha Qesrik xist xwarê.

SOHRê daye xuyakirin ku wê dronê hewl da cihekî hestiyar li bingehê armanc bike, beriya ku were xistin.

Hêjayî gotinê ye, di rojên dawiyê de hejmarek dron li bingeha Qesrik hatine xistin. Sibata borî Amerîkayê dest bi vekişandina hêzên xwe ji bingeha Qesrik kiribû, lê piştî 11 rojan ji şerê dijî Îranê, hêz vegerandin wê bingehê û sîstema berevaniya asmanî li wir hate bicihkirin.