Li Hesekê karkerên petrolê ji bo vegera kar û mûçeyan xwepêşandan li dar xist

Li Hesekê karkerên petrolê ji bo vegera kar û mûçeyan xwepêşandan li dar xist

PeyamaKurd - Li parêzgeha Hesekê, karkerên berê yên kerta petrolê li sûka bajarê Tirbespiyê yê li rojhilatê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê xwepêşandana nerazîbûnê li dar xist.

Karkeran ji bo xwestina vegera ser kar, tesbîtkirina peymanên xwe di şirketên petrolê de û wergirtina mûçeyan, rêya navdewletî ya M4 li pêşiya tankerên veguhestina petrolê girtin.

Xwepêşandêran diyar kir ku ew nêzî hezar karker in û ji sala 2012an ve di bîra petrolê ya Ewdê de xebitîne.

Her wiha dane zanîn ku tevî ku wan 3 mehan li gel şirketa Amerîkayê jî dest bi xebatê kiribû, peymanên wan bêyî ti sedemên diyar hatine bidawîkirin.

Karkeran bal kişand ser wê yekê ku ji aliyê Gerînendeyê Şirketa Sûriyê ya Petrolê Yûsif El Qeblawî û Cîgirê Parêzgarê Hesekê Ehmed El Hîlalî ve soza entegrebûn û vegera li kar hatiye dayîn, lê daxwaz dikin ku ev soz zû de bikevin warê cîbicîkirinê.