PeyamaKurd- Li ser şeqama 40 metrî ya Hewlêrê ciwanekî xwe ji avahiyeke 5 qetî avêt xwarê û jiyana xwe ji dest da.
Li gor zanyariyên berdest, îro Duşemê (13.04.2020) li ser şeqama 40 metreyî ya Hewlêrê, ciwanekî temenê wî ji 25 salî zêdetir ji avahiyeke 5 qetî xwe avête xwarê û li cîhê bûyerê jiyana xwe ji dest da.
Heta niha sedemê xwekuştina wî ciwanî ne diyar e û nasnameya wî ne diyar e.
Polîsê Hewlêrê termê wî rakir û dest bi lêkolînên derbarê bûyerê de kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin