Li Îdirê PKKê êrisî leskerên tirk kirin: Leskerek mir û yek jî birîndar bû

Li Îdirê PKKê êrisî leskerên tirk kirin: Leskerek mir û yek jî birîndar bû

PeyamaKurd - Li ser sînorê Tirkiye û Îranê di navbera Arteşa Tirkiyeyê û gerîlayên PKKê de şer derket. Di encam wî şerî leşkerekî tirk hat kuştin û leşkerek jî birîndar bû.

Li bajarê Îdirê gundewarê Dîlucuyê ya li ser sînorê Tirkiye û Îranê, îro berê sibehê gerîlayên PKKê bi bombe û çekan êrîşê leşkerên Tirkiyeyê kirin.

Waliyê Îdirê Enver Unlu êriş piştrast kir û ji malbata leşkeran re sersaxî xwest. Di encama şerî de leşkerekî tirk hat kuştin û leşkerek jî birîndar bû. Operasyona dijî PKKyê li gundewarên Îdirê berdewam e

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin