Li Iraq û Kurdistanê di rojekê de 113 kes mirin

Li Iraq û Kurdistanê di rojekê de 113 kes mirin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ragihand ku li seranserê Iraqê ango Herêma Kurdistanê jî da nav de, di 24 saetên borî de, 113 kesan ji nexweşiya koronayê can daye û 3,047 kesên din jî pê ketine.

Li gorî daxuyaniya amarên 6ê Tebaxê, 2 hezar û 583 kes jî ji nexweşiyê baş bûne.

Wezaretê Tenduristiya Iraqê daye xuyakirin ku heta niha 140 hezar û 603 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine û 101 hezar û 25 kes jî yanî bi rêjeya %71.9an nexweşî ser xwe avêtine û baş bûne.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, 517 kes li nexweşxaneyan di bin çavdêriya hûrî de ne û heta niha li seranserê Iraqê 5 hezar û 161 kesan can ji koronayê can daye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin