Li Kampa Roj a bi sedan welatiyên Rûsî yên DAIŞî dimînin

Li Kampa Roj a bi sedan welatiyên Rûsî yên DAIŞî dimînin

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku hê jî li Kampa Roj a li gundewarê Dêrik a Rojavayê Kurdistanê, zêdetirî 700 malbatên rêxistina terorîst DAIŞê dimînin û heta niha çarenivîsa kampê û kesên tê de nediyar e.

Rêvebera Kampa Roj Hekîme Îbrahîm eşkere kiriye ku niha derdora 729 malbatên DAIŞê di kampê de ne û piraniya wan xwedî nasnameyên Rûsî ne.

Herwiha li nivîsgeha rêveberiya kampê hîn diruşmên rêveberiya xweser a hilweşandî hene, lê ne hikûmeta Sûrî ne jî Rêveberiya Xweser a berê ji bo vê mijarê ti çareseriyek pêşkeş nekirine.

Hêjayî gotinê ye, piştî rêkeftina 29 Çileyê, diviyabû hikûmeta Sûriyê kampên malbatên DAIŞê ji rêveberiya xweser werbigire. Wê demê hikûmetê, kampa Hol wergirt û kesên lê dimînin veguhestin kampekê li gundewarê Helebê, lê hîn kampa Roj nehatiye wergirtin.