PeyamaKurd – Li Kampa Roj a malbatên çekdarên DAIŞê li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê, şewat derket û di encamê de hejmarek kon şewitîn.
Li gor zanyariyan, do Duşemê li kampa Roj a malbatên çekdarên DAIŞê ya li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê şewat derket.
Herwiha hat ragihandin ku agir li beşa jinên DAIŞî yên Fransî derketiye û di encama wê bûyera şewatê de sê konên li kampê şewitîne, lê tu zerareke canî nebûye û zerar tenê madî bûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin