Li Kelarê avahiya PDKê dan ber guleyan û xwestin bisewitînin

Li Kelarê avahiya PDKê dan ber guleyan û xwestin bisewitînin

PeyamaKurd -  Berpirsê liqa PDKê li Germiyanê Sebah Mihemed ragihand ku îro danê sibehê li bajarê Kelarê çend kesên çekdar baregeha wan dane ber guleyan û hewl dan bişewitînin.

Sebah Mihemed ji BasNewsê re gotiye, îro danê sibê otomobîlek li ber baregeha navçeya Gulan ya PDKê li bajarê Kelar rawestiya û çend kesên çekdar di nav otomobîlê de gule avêtin baregehê û çend kesan jî bi matorê êrîşî baregehê kirin.

Sebah Mihemed daye zanîn ku ew êrîşeke organîzekirî bû û dixwestin baregehê bişewitînin lê karmendên baregehê nehiştin.

Mihemed da got ku li bajarê Kelarê jî xwepêşandan û alozî hene lê xwepêşandana vê carê ne çalakiyeke normal e, organîzekirî ye û armanca wan jî xirabkarî û wêrankirina dezgeh û milkên giştî ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin