Li Riyadê moşek li avahiya Aramcoyê ket: Zirara madî çêbû

Li Riyadê moşek li avahiya Aramcoyê ket: Zirara madî çêbû

PeyamaKurd - Di encama êrîşeke moşekî ya li ser paytexta Erebistana Siûdî Riyadê de, avahiya îdarî ya pargîdaniya petrol û gazê ya neteweyî Aramco zirar dît.

Hat ragihandin ku enqaza mûşeka ku ji aliyê hêzên hewayî ve hatiye xistin li avahiyê ketiye û di encamê de tu kes mirine an jî birîndar nebûne.

Hevpewmaniya bi serokatiya Erebistana Siûdî ragihand ku du moşekên balîstîk ên ku ji aliyê Hûsiyên Yemenê ve hatibûn avêtin hatine astengkirin, lê belê perçeyên moşeka ku li herêma darayî ketine bûn sedema şikandina camên gelek qatên avahiya Aramcoyê.