PeyamaKurd – Berdevkê fermandarê artêşa Iraqê tûxgeneral Yahya Resûl ragihand ku hêzên li dijî terorê û rêxistina îstîxbaratê ya Iraqê li bajarê Kerkûkê li devera Wadî Ziyartûnê operasyonekî hevpar kirine.
Li gor ajansa fermî ya INA yê; Resûl ragihandiye ku di dema operasyonê de 3 kes xwestine birevin lê hatine desteserkirin. Di operasyoneka dinê li Hawîce ya ser Kerkûkê de kesekî endamê İŞİD ê hatiye girtin.
Tunelên ku İŞİD ê bo xwe avakiriye, ji aliyê hêzên ewlehiyê de hatine roxandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin