PeyamaKurd - Şaneya ragihandinê ya ewlehiya Iraqê eşkere kir, hêzên ewlehiyê di çend operasyonan de 5 çekdarên DAIŞê li Kerkûkê desteser kirin.
Şaneyê ragihand, yek ji wan çekdaran karmendê wezareta tenduristiya Iraqê bûye û derman û pêdiviyên nojdarî ji bo DAIŞê dabîn dikir.
Herwiha hatiye diyarkirin ku wî çekdarî ji bilî dabînkirina derman û pêdiviyên tenduristiyê, çekdarên birîndar yên DAIŞê jî di mala xwe de derman dikirin.
Dîsa 4 DAIŞîyên din ên hatine girtin jî pêdiviyên leşkerî û xurakan ji bo DAIŞê dabîn dikirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin