Li Kerkûkê êrîsa ISID ê: 4 kustî û 3 birîndar

Li Kerkûkê êrîsa ISID ê: 4 kustî û 3 birîndar

PeyamaKurd- Li Kurdistanê, li bajarê Kerkûkê li navçeya Dûbizê, vê êvarê İŞİD ê êrîş bir ser gundê Çexmaxê û di encama şer û pevçûnan de, 4 kesên gundî jiyana xwe ji dest dan û 3 kes birîndar bûn. Ragihandina bûyerê ji aliyê peyamnêrê Rûdawê Herdî Muhammed de hat ragihandin. Li ser bûyîna bûyerê gundiyê Çexmaxê yê bi navê Salar Sabir weha gotiye:

“Mirovên İŞİDê hatin gund û çayxaneya ku xortên gund lê dicivin û tê de nargêle dikşînin, dane ber guleyan. Kesên jiyana xwe ji dest dan, cenazeyên wan û birîndaran birine nexweşxane ya Kerkûkê ya Acîlê.”

Berpirsê KYB ê yê gundê Çexmaxê Omer Şaswarî jî bûyerê weha ragihandiye:

“İŞİD î bi yek carê ji nîşka ve êrîşê gund kirin. Her çendîn xelk bersiva wan da jî, 4 kes şedîd bûn û 3 kes birîndar bûn.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin