Li Kerkûkê li dora 70 hezar Şîa roja Aşûrê pîroz kirin

Li Kerkûkê li dora 70 hezar Şîa roja Aşûrê pîroz kirin

PeyamaKurd – Li Başûrê Kurdistanê li bajarê Kerkûkê li dora 70 hezar kesên Şîa bi sedema roja Aşûrê ku dibe roja şehîdkirina Hz. Huseyîn bi merasimekî şîna wî kirin.

Kurdên Feylî li 2 navçan, 3 nahiyan û li 4 taxan bi Ereb û Şîayên Turkmen re civiyan, bi şînê bibîranîna Hz. Huseyin kirin. Li gor rêjeyên Weqfa Şîa ya Kerkûkê jimara kesên tevlî roja Aşûrê bûne ji yên salên din zêdetirin.

Kurdên Feylî ragihandin ku di wexta Saddam Huseyîn de nikaribûn îbadetên xwe serbest bikirina, nikaribûn biqêriyana, dema xwarina aşûrê çêbikirina asayîşa Saddam xweliyê dixsit nav xwarina wan, diayên xwe li malê bi dizî û bi tirs di malên xwe de dikirin.