PeyamaKurd – Li sînorê Kerkûkê, terorîstên DAIŞê du bîrên petrolê teqandin.
Li gor Berdevkê Rêveberiya Polîsê Kerkûkê Amir Nûrî ji Basnewse re diyar kir: ‘‘Îro ber bi sibehê ve terorîstên DAIŞê bi rêya çandina bombeyan, li başûrê Kerkûkê li bîrên petrolê yên bi jimareyên 33 û 44 ên nefta Xebaze teqandine.’’
Amîr Nûrî destnîşan kir û got: ‘‘ Ew kiryarê terorîstî bi rêya çandina bombeyê ve pêkhatiye, kuştî û birîndar çênebûne. Piştî bûyera terorîst reviyan û ji navçeyê derketin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin