Li Kerkûkê terorîstên DAISê êrîsî hêzên Iraqî kirin

Li Kerkûkê terorîstên DAISê êrîsî hêzên Iraqî kirin

PeyamaKurd – Terorîstên DAIŞê, li bajarokê Daqûq yê Kerkûkê, êrîşî hêzên Iraqî kirin û di encamê de polîsek kuştin.

Li gor zanyariyan, şeva borî terorîstên DAIŞê êrişî hêzên polîs yên li navbera gundên Ferî û Mensûr yên Daqûqê kirin.

Zanyarî diyar dikin, di wê êrişê de polîsek hat kuştin û terorîstên DAIŞê jî reviyan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin