PeyamaKurd - Polîsên leşkerî yên Rûsyayê bi artêşa Tirkiyê re li rojavayê bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê, li ser sînor dewriyeya hevbeş gerandin.
Dema destpêkirina dewriyeyê, xelkê Kobanê jî li hemberî derbasbûna artêşa Tirkiyê nerazîbûn nîşan da û bi kevirbarandinê dewriye protesto kir.
Li gorî zanyariyan dewriyeya hevbeş a Tirkiye-Rûsyayê îro ji gundê Aşmê yê rojavayê bajarê Kobanê dest pê kir û li gundên Cibnê, Beyadî, Zormixar, Qeran, Dîkmedaş, Sêlim, Boban, Sifteka Jêrîn û heta benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Kobanê digere.
Gundiyên gundê Çariqlî dema derbasbûna panzêrên artêşa Tirkiyê kevir li wan reşandin.
Hat zanîn ku ev dewriyeya 6emîn e ku li ser sînorê Kobanê tê gerandin ku beriya niha jî rastî protestoyan hatibû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin