PeyamaKurd- Wezareta tenduristiyê ya herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 sietên dawiyê de li herêma Kurdistanê vîrusa Kovid-19 ê nehatiye dîtin.
Di nav 24 sietên dawiyê de 1236 test hatine kirin û encama temaman negatîv derketiye. Niha 1171 kes di karantînayê de ne û navendên karantînayê li 33 ciyane.
Heya niha di 391 kesan de vîrus hatiye tesbîtkirin, ji wan 391 kes baş bûne, 5 kes mirine û niha tedawiya 25 kesan têkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin