Li Kurdistanê sibe bêhnvedana fermî ye

Li Kurdistanê sibe bêhnvedana fermî ye

PeyamaKurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da ku, sibe roja Duşemê 1.10.2018 bêhnvedaneke fermî ye.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî daxuyaniyek belav kir, tê de ragihand ku bi armanca mijuliya hejmarek mezin a fermanberên hikûmetê li ser çavdêriya proseya Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê biryar e sibe roja Duşemê 1.10.2018 bêhnvedaneke fermî ye.

Îro Yekşemê 30.10.2018 proseya Hilbijatinên heyam a pêncê ya parlamentoya Kurdistanê bi rêve çûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin