PeyamaKurd – Li navçeya Diyarbekir Licê di encama operasyoneke hêzên cendermeyan de, tonek û 183 kîlo esrar û 9 milyon û 187 koka kenewîra hindê hat desteser kirin.
Walîtiya Diyarbekirê ragihand ku li sê gundên navçeya Licê operasyonek ji aliyê fermandariya cendermeyên bajêr ve bi awayekî serkeftî hatiye encamdan û tonek û 183 kîlo esrar di nav çewalan de û 9 milyon û 187 koka kenewîra hindê jî di nav erd û zinaran de hatiye desteser kirin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku yên ew karê firotin û hilberîna esrarê dikin girêdayî PKKê ne û herwiha hatiye diyarkirin ku wê operasyonên wan berdewam bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin