PeyamaKurd - Li derdora Parlamentoya Lubnanê pevçûn di navbera xwepêşander û artêşa Lubnanê de derket û di encamê de hejmarek ji xwepêşanderan birîndar bûn.
Beriya ku Parlamena Lubnanê ji bo bawerîdana hikumeta nû bicive, xwepêşander li nêzîkî avahiya parlamentoyê kom bûn.
Hêzên Ewlekariyê hewl dan xwepêşanderan bi gaza rondikrêj xwepêşanderan belav bikin û alozî derket.
Herwiha hat zanîn ku gelek rêyên diçin parlamentoyê hatine girtin û di aloziya navbera Hêzên Ewlekariya Hundir jî û xwepêşanderan de hejmarek kes birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin