Li Mêrdînê 2 jin ji aliyê kesekî ve hatin kustin

Li Mêrdînê 2 jin ji aliyê kesekî ve hatin kustin

PeyamaKurd – Li navçeya Artukluyê ya girêdayî parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, kesekî bi navê Seyfettin D. (29) piştî ku teqe li Kadriye B. û keça wê Cemile B. dike û wan dikuje, guleyekê jî berdide serê xwe û xwe dikuje.

Li gor zanyariyan, bûyer ji nîqaşekê destpê kir ku heta niha sedema wê nediyar e. Piştî nîqaş mezin dibe, Seyfettin destpêkê teqe li Kadriye dike û pişt re teqe li Cemile jî dike. Paşê gulleyekê di berde sere xwe jî. Pişt re her sê birîndaran radikin nexweşxaneyê.

Tîmê tendirûstiyê eşkere kirin, Seyfettin D., Kadriye û keça wê Cemîle can dane.

Herwiha hat zanîn, derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin