Li Mêrdînê alava zirxî ya polîsan wergeriya: 3 birîndar

Li Mêrdînê alava zirxî ya polîsan wergeriya: 3 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Artukluyê alava zirxî ya aîdê polîsên tîmên taybet wergeriya û di encamê de 3 polîs birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê bi ambûlansan, polîsên birîndar birin nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya bajarê Mêrdînê. Polîsên birîndar U.A. (33), Y.K.C. (35) û H.A. (37) rewşa wan baş e.

Sedema wergerandina alava zirxî nehat zanîn lê piştî qezayê bi vîncê ji nav rê rakirin û trafîka bajêr normal bû.