Li Mêrdînê keçeke 16 salî bi awayekî bi guman can da: Bav û kekê wê hatin binçavkirin

Li Mêrdînê keçeke 16 salî bi awayekî bi guman can da: Bav û kekê wê hatin binçavkirin

PeyamaKurd - Li gundê Şêxanê (Poyraz) yê  navçeya navendî ya Artûklûya Mêrdînê Bakurê Kurdistanê, keçeke 16 salî ya bi navê Z.S. li mala xwe bi birîna guleyê mirî hat dîtin. Piştî tesbîtkirina şopên gumanbar ên li ser laşê keçikê, bav û birayê wê hatin binçavkirin.

Li ser laşê wê şopên birînan hatin dîtin 

Hat ragihandin ku bûyer duh bi şev li gundê Şêxanê pêk hat. Piştî agahiya birîndarbûna Z.S. (16), tîmên Servîsa Lezgîn a 112ê û tîmên cendirmeyan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên bijîşkî piştî kontrolê tespît kir ku keçikê jiyana xwe ji dest daye.

Cenazeyê Z.S.yê ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê. Di dema otopsiyê de li ser laşê zarokê hin şopên birînan hatin dîtin ku gumanên li ser mirina wê zêde kirin.

Bav û bira di bin çavan de ne

Li ser dîtina şopên gumanbar, cendirmeyan bavê keçikê yê bi navê A.S. û kekê wê H.S. di çarçoveya lêpirsînê de binçav kirin. Hat ragihandin ku prosedurên îfadeyê yên her du gumanbaran li qereqola cendirmeyan berdewam dikin.

Piştî otopsiyê, cenazeyê Z.S.yê radestî xizmên wê hat kirin da ku were veşartin.