PeyamaKurd – Li navçeya Mehsertê ya bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê, di çarçoveya tedbîrên pêşîgirtina belavbûna vîrusa koronayê de, taxek xistin karantînayê.
Parêzgariya Mêrdînê ragihand, taxa Çinaraltî ya navçeya Mehsertê bi sedema parastina welatiyan ji pandemiya koronayê û pêşîgirtina belavbûna wê nexweşiyê proseya karantînakirinê hatiye destpêkirin.
Li gorî biryarê karantînaya ser wê taxê ji îro 4ê Gulanê heta 14 rojan berdewam dike û her cure tedbîrên ewlekariyê û tenduristiyê wê bên standin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin