PeyamaKurd – Rêveberiya Dezgeha Hewalgiriya Iraqê diyar kir, li navçeyeke nêzîkî Mexmûrê, berpirsê şaneyên razayî yên DAIŞê hat girtin.
Li gor Rêveberiya Dezgeha Hewalgiriya Iraqê şeva borî di daxuyaniyekê de ragihand, ew berpirsê DAIŞê di operasyonekê de û li gor zanyariyên hûr ên hewalgiriyê, hatiye desteserkirin.
Dezgeha Hewalgiriya Iraqê navê wî berpirsê DAIŞê di daxuyaniyê de eşkere nekir, lê ragihand: ‘‘Ew teroristekî metirsîdar û berpirsê şaneyên razayî yên DAIŞê bû û li nahiya Qeracê ya ser bi Mexmûrê ve hat desteserkirin.’’
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, kurekî wî berpirsê DAIŞê di şer de hatibû kuştin û birayekî jî wî ji ber encamdana tawanên teroristî hatiye girtin û sizaya 25 sal zîndan li ser e.
Dezgeha Hewalgiriya Iraqê da zanîn, ev terorîstê hatiye desteserkirin, ji demekê ve tê xwestin û daxwaza desteserkirina wî li gor madeya 4 a terorê derketiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin