PeyamaKurd - Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê di çarçoveya tedbîrên rûbirûbûna vîrusa koronaya nû (Covid-19) de bajarokek, gund û kuçeyek xistin karantînayê.
Parêzgariya Mûşê ragihand, ji bo cîbicîkirina tedbîrên rûbirûbûna Covid-19ê, xebatên wan berdewam in.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, bi sedema ku di berdewamiya pişkinînan de testa çend kesan a Covid-19 pozîtîf bûye û têkiliya di nav gund de gelek e, wan ji bo bajarokekî, kuçeyek û gundekî biryara karantînayê daye.
Bi biryara Desteya Tenduristiya Mûşê bajarokê Sunguyê, kuçeya 404an li taxa Yucel Kurtoglu ya navenda Mûşê û gundê Boyuncukê yê navendê ji bo 14 rojan xistin karantînaya koronayê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin