PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navça Akçakale 2 otomobîl li hev ketin û di encamê de 4 ji wan zarok 8 kes birîndar bûn. Tîmên cendirmeyan û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana dewletê ya navça Akçakale.
Navên birîndaran heya niha neket ser çapemeniya Kurd û Tirkiyê. Tenê navê ajovanê bi navê İsmail A. (46) û ajotvanê din yê bi navê İsa Y. (30) birîndar bûn ku dane çapemeniyê.