PeyamaKurd – Li bajarê Bedlîsê li navça Hîzanê li gundê Purunuzê (Gökçimen) otomobîla ku L.İ. dajot ji desthilata ajotvan derket, otomobil çû heya nava zeviyê û di encamê de 8 kes birîndar bûn.
Li ser agahdarkirina tîmên pêwendîdar, îtfaiye, cendirme û tîmên tenduristiyê çûn ciyê rûdanê. Birîndarên di otomobîlê de asê mabûn, wan ji otomobîlê derxistin û wan bi ambûlansan birin nexweşxana dewletê navça Hîzanê.