Li navçeya Licê u malbat pevçûn: 3 kustî û 5 birîndar

Li navçeya Licê u malbat pevçûn: 3 kustî û 5 birîndar

PeyamaKurd- Li bajarê Diyarbekirê li navçeya Licê du malbat pevçûn û di encamê de 3 kes can dan û 5 kes jî birîndar bûn. Pevçûn li gundên Göçlü Konak û Serinê çêbû ku navên wan yên bi Kurdmancî nehat zanîn.

Sedema pevçûnê hêj nayê zanîn lê di serî de bi gotinan dane hev û paşî dest davêjin sîlihên xwe. Li gor pêzanîna niha di encamê de 3 kes dimrin û 5 kes birîndar dibin lê ji birîndaran 2 kes birînên wan giranin.

Li ser pevçûnê xeberê didin tîmên cendirmeyan û tîmên tenduristiyê. Tîm diçin ciyê bûyerê û tîmên tenduristiyê mudaxeleya birîndaran dikin û wan sewqê nexweşxaneya Zanko ya Dîcleyê ya Diyarbekirê dikin.

Li ser bûyerê tedbîrên hêzên asayîşê dewam dike û lêpirsîna bûyerê dewam dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin